Gerîla_Name

Description
Reng, Deng û Awazên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê
We recommend to visit

Last updated 3 weeks, 2 days ago

Li ser şopa heqîqetê

Last updated 4 weeks ago

Reng, Deng û Awazên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê

#PKK #HPG #YJA_STAR #PJAK #YRK #HPJ #Gerila #Kurdistan

Last updated 8 months, 3 weeks ago

1 month, 3 weeks ago

Şahiya Pîrozbahiya Salvegera 46'an Ya Damezrandina PKK'ê

https://t.me/gerilaname1

1 month, 3 weeks ago

Partiya me PKK ev nêzikî nîv qirnî ye bê rawestan şer dike û rojane hesabê şerê xwe ango tekmîla xwe dide gelê Kurdistanê. Her roj rastiya şer û têkoşîna xwe bi awayekî herî zelal ji gel re û raya girştî re raber kiriye û vêya wekî çandekî jêneveger didomîne. Lewra ji derketina PKK heya roja îro PKK, bi rastiya gelê Kurd re yeke, goşt û neynîke ango yek giyan û yek beden e. Di vî nîv qirnê ku tê de gelek dewlet, gelek pêkhate, gelek partî û sazî têkçûn de berxwedan û li ser lingên xwe mayîna PKK, xwe dispêre vê rastiya ku yekbûna wê ya bi gel re ye. Lewra PKK, derveyî gelê xwe pala xwe nade ti hêzekî din. Ji ber vê ev 46 salin ku me li pey xwe hiştî de yek ji dirûşmên ku herî zêde hate bi lêvkirin û li welat û derveyî welat olan da jî, dirûşma “PKK gele, gel li vir e!” bû. Rûxmê hemû polîtîkayên qirêj yên aqlê mêrdewletê jî gelê me û partiya me PKK di ti dem û wextan de hevberneda û ji hev qut nebû. Yekîtiya Rêber Apo, Gel û Partiya me PKK, herî zêde di qadên Newrozan de û herî dawî jî di meşa dîrokî ya ku li pira Koln’ê hêjandî de ji tevahî cîhanê re hat raber kirin.

Lewra salvegera damezrandina partiya me PKK cejnekî netewî û newrozekî dûyemîn e. Coş, kelecan û bextewariya ku cejna Newrozê piştî sedan salan jî di dilê gelê me dide avakirin, wê piştî sedan salên din jî bi cejna damezrandina PKK ve bi awayekî domdar û dîrokî bijî. Lewra di ketina 47 saliya partiya xwe PKK’ê de em Rêber Apo bi coş û kelecana Newroza duyemîn, bi bextewariya damezrandina PKK ve silav dikin, hezkirin û girêdana xwe ya bêdawî raber dikin. Tekoşîna partiya me PKK, dijminê mêtînger û yê ku di zilmê de sînor û exlaq nas nake, aniye li ber rewşekî rizîbûnê û hilweşandinê. Ji ber vê heta ku qirkerî û înkargeriya xwe didomîne wê rizîna wî jî heta ku têk diçe wê bidome, ev yek pir eşkereye. Lewma teqez doza PKK serkeftin mîsoger kiriye. Ji bo, vê mîsogeriya ku bi xwîna şehîdan avabûyî bigihînin serkeftinê jwekî artêşa Star emê her tim bi vîn, bawerî û tempoyek bilind ve li erk û berpirsiyariyên xwe ve rabin. Bi vê biryardariyê ve em dibêjin 47. Saliya PKK wê bibe sala azadî û serkeftinê!

Bijî Rêber Apo!
Bijî Partiya Karkerên Kurdistan!
Jin, Jiyan, Azadî!

26’ê Mijdara 2024
Fermandariya Biryargeha Navendî A YJA-STAR

1 month, 3 weeks ago

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Salvegera 46’emîn a partiya me PKK, serîde em li afrînerê vê destana bêdawî Rêber Apo, li avakerên wê tevahî şehîdên şoreşê, berxwederên ku li zindanan di şopa Mazlum û Sarayan de dimeşin û li tevahî gelê xwe yê serhildêr û berdêldayî pîroz dikin.

Di van 46 salên ku me li pey xwe hiştîn de, biryardarî, vîn, egîdî, dilsozî û baweriya ku Rêber Apo ji doza Azadiya Gelê Kurd re bê rawestan dayî nîşandan bi xwere vejîna Kurdê Azad, Jina Azad û civaka azad pêkan kir. Partiya me PKK, bi şêwedana Rêber Apo re, ev 46 salin bê dûdilî li erk û berpirsiyariyên xwe yên şoreşa mezin a mirovahiyê ve radibe. 46 salin PKK, di oxira şeref û rûmeta welat de ked dide û xwîn dirijîne. Ji bo ala partiya me nekeve, ji bo teqez zafera ku heqkirî bidest bixe û bi vê yekê ji bo pêşiya qirkirina Kurd teqez were girtin, di van 46 salan de bi dehhezaran fedaîyan xwe cangorî kirin. Ji şehîdê yekem yê enternasyonal Heqî Qerer heta şehîdê dawiyê yê enternasyonal Ezîz Musil, ji her netewî şoreşgerên heqîqî, mirovên azadî û aşîtîxwaz, cihê tekoşînê di nava PKK’ê de dîtin û bê sînor xwe tevlî vê şoreşa mezin a mirovahiyê kirin. Ji Sarayan heta Berwar û Bêrîtan Nurheqan, ji Leyla Sorxwînan heta Medya Egîd, Axîn Gabar û Hejar Zozanan bi hezaran jinên Kurd, bi Birdoziya Rizgariya Jin ya ku di bin fikrê Rêber Apo û bedena wê PKK’ê de derfetê pêşketinê ango hênase girtinê dîtî, yek bi yek destan nivîsandin û di azadkirina giyana jinê de, gavên pir mezin avêtin. Her pêvajoyek de şehîdên sembol û pêşengên berxwedanê û bi sedan mînakê wan derketin û agirê vî şerî li ser xwe girtin. Ji Fermandar Egîd heta Bêrîtan, Ji Xwedawend Zîlan heta Reşît Serdar û Adil Bilîkiyan, Ji Nuda û Viyanan, Ji Delal Amed û Egîd Civyanan heta berxwederên tûnelên şer Cumalî Çorûm û Çavrêyan, ji Botanan, Hêjaran heta Bager û Avzeman û heta şehîdên berxwedaniya ku di sala 2024 an de li çiyayên Bakûrê Kurdistanê destan nivîsandî û Fedaiyên Dil Zîlan Rojger Hêlîn û Asya Ali’yan bi deh hezaran şehîdên me yên ku ne gengaze em li vir navê wan rêz bikin avakerên şoreşa mezin a cîhanî, avakerên şoreşa jina azad, civaka azad û avakerên PKK ya rasteqîn in. Ango PKK bi xwe partiyekê şehîdan, arteşekî şehîdan e. Lewra PKK serkeftina doza xwe ji zûve mîsoger kiriye û binkeftina wê bi ti awayî ne gengaz e.

Tekoşîna Jina Azad a ku bi tevlîbûna Şehîd Sara (Sakîne Cansiz) a ji civîna damezrandina partiya me PKK ve destpêbûyî îro ber lûtkeyan ve hildikşê û digihîje heta dilê Asya Ali’yan. Di çarêka sedsala jinê de û li dûv xwe hiştina ‘25’ê Mijdarê a Roja Tekoşîn û Hevgirtina Li Dijî Şîddeta Li Ser Jinê’ de tevkariya herî mezin, bû tevkariya fikrê Rêber Apo û pratîka wî ya ku di kesayeta van şehîdan de xwe şênberkirî. Dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ ya ku îro li seranserî cihanê buyî îlhama tekoşîna jinê, nîşana Rêber Apo radike; mohra ked, xwêdan û xwîna van şehîdan radike. Lewra tevlîbûna Şehîd Sara a damezrandina PKK û jiyana wê ya ku bi timî şerê azadiyê ve derbasbûyî, hem remza Tekoşîna Jina Kurd e hem jî xûlaseya wê ye. Ew çanda berxwederiya jina serhildêr ya ku ji dilê Sarayan gihiştî heta dilê Asya Ali’yan, di 46. Saliya PKK’ê de jî bû gulokek ji agir û di navenda fazîşmê ango biryargeha fereseta zilamê serwer de teqiya û mîna zelzeleyekê, textê zilmê hejand.

1 month, 4 weeks ago

Gerîlayê HPG'ê yê Ereb Şervan Agir:

“Dema ku em rastî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê hatin, bi sedan hevalên me ji çiyayan bi qîrîna me ve bazdan, ji bo me şer kirin û şehîd bûn. Şehadeta van hevalan û fikrên Rêber Apo li min gelekî bandor kir."

"Divê ciwanên Ereb Rêber Apo nas bikin, felsefeya wî bixwînin û xwe bi rêxistin bikin"

t.me/gerilaname1

1 month, 4 weeks ago

Hevrêyên me Alan Milazgîr, Şêxmûs Malazgîrt, Berwar Dersîm, Orhan Cîhat Bîngol, Şiyar Efrîn, Tekîn Goyî, Serhat Jêhat Patnos, Mehmet Cûdî, Dr. Sara Tolhildan, Bêrîtan Nûrhak Çiya, Herekol Şiyar, Hevrê Çiya, Şervan Varto, Canşêr Şêrawa, Ekîn Rodî, Xebat Turkmen û Piling Germiyan ên di sala 46'emîn a têkoşînê ya PKK'ê de bi lehengî şer kirin û şehîd bûn, her wiha fermandarên me yên fedaî yên Apoyî yên weke Dersim Nûrhaq, Medya Egîd, Sabrî Bagok û Karker Tolhildan ên mohra xwe li têkoşîna me xistin, bûn fermandarên sembol ku nîşan dan ruhê PKK'ê têk naçe.

Weke Hêzên Parastina Gel ên Kurdistanê ku ji milîtaniya fedaî ya Apoyî, rêbaza jiyanê ya Apoyî û ji meşa li ser xeta şehîdan ti carî tawîzê nadin, biryardariya me ya ji bo serxistina têkoşîna azadî û hebûnê ya gelê me ji her demê bêhtir xurt e. Weke neferên fedaî yên Apoyî ku bi temamî berê xwe li azadiya Rêber Apo û gelê me ye û amade ye di vê oxirê de her bi awayî berdêlan bide, bi ketina nava sala 47'an a avabûna fermî ya partiya me PKK'ê de em diyar dikin ku bi performans û tempoya serketinê em ê wezîfeyên xwe yên dîrokî pêk bînin. Em sala nû ya partiya xwe PKK'ê careke din li tevahiya gelê xwe û hevrêyên xwe pîroz dikin û di sala nû ya têkoşînê de serketinê dixwazin.

Şehîd Namirin!

Bijî Şerê Gel ê Şoreşgerî!

Bijî Partiya Karkerên Kurdistan!

Bijî Serok Apo!

24’ê Mijdara 2024

FERMANDARIYA BÎRYARGEHA NAVENDA PARASTINA GEL

1 month, 4 weeks ago

PKK’nin 46’ncı mücadele yılında kahramanca mücadele ederek şehadete ulaşan Alan Milazgîr, Şêxmûs Malazgîrt, Berwar Dersîm, Orhan Cihat Bingöl, Şiyar Efrîn, Tekîn Goyî, Serhat Jêhat Patnos, Mehmet Cûdî, Dr. Sara Tolhildan, Bêrîtan Nurhak Çiya, Herekol Şiyar, Hevrê Çiya, Şervan Varto, Canşêr Şêrawa, Ekîn Rodî, Xebat Türkmen ve Piling Germiyan yoldaşların yanı sıra Dersim Nûrhaq, Medya Egîd, Sabri Bagok ve Karker Tolhildan gibi Apocu fedai komutanlarımız yıl mücadelemize damgasını vuran ve PKK ruhunun yenilmezliğini bir kez daha kanıtlayan sembol komutanlarımız olarak tarihe geçmişlerdir.

Apocu fedai militanlıktan, Apocu yaşam tarzından ve şehitler çizgisinde yürümekten asla taviz vermeyen Kurdistan Halk Savunma Güçleri olarak, halkımızın varlık ve özgürlük mücadelesini mutlaka zafere taşıma kararlılığımız her zamankinden daha güçlüdür. Rêber Apo’nun ve halkımızın özgürlüğüne tamamen kilitlenmiş ve bunun için her türlü bedeli vermeye hazır Apocu fedai neferler olarak, Partimiz PKK’nin resmi kuruluşunun 47’inci yılına girerken daha yüksek çaba, performans ve başarı temposuyla tarihi görevlerimizin üzerine yürüyeceğimizi belirtiyoruz. Partimiz PKK’nin yeni yaşını bir kez daha tüm halkımıza ve yoldaşlarımıza kutluyor, yeni mücadele yılında üstün başarılar diliyoruz.

Şehîd Namirin!

Bijî Şerê Gel ê Şoreşgerî!

Bijî Partiya Karkerên Kurdistan!

Bijî Serok Apo!

24 Kasım 2024

HALK SAVUNMA MERKEZİ KARARGAH KOMUTANLIĞI

2 months ago
*****🔷*** Yek Jê Payebilind 2 Dagirker …

*🔷 Yek Jê Payebilind 2 Dagirker Hatin Cezakirin, Derb Li Helîkopter Û Kepçeyekê Hate Xistin*

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:

🔸 1. Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

— 15'ê Mijdarê saet di 08:55'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sekvaniyê li projektorekê hate xistin û hate îmhakirin.

— 16'ê Mijdarê saet di 15:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran li kepçeyekê xistin ku hewl dida rê çêbike. Di encamê de kepçeya ku derb xwar, nekarî kar bike.

— 15'ê Mijdarê saet di 10:10'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar, bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

— 16'ê Mijdarê saet di 13:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar hêzên me dagirker xistin bin kontrolê û bi rêbaza sekvaniyê lê dan. Di encama çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin ku fermandarê bi paye yê koma dagirker bû.

🔸 2. Li Herêma Metînayê;

— 15'ê Mijdarê saet di 23:56'an de li Qada Berxwedanê ya Dergelê hêzên me derb li helîkoptera êrîşê xistin.

🔸 3. Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

— 15 û 16'ê Mijdarê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

🔸 4. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

— 14, 15 û 16'ê Mijdarê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Xinêreya Jor, Qele, Berbizinê, Sininê 8 caran, li Herêma Garê qadên Spîndarê, Girgaşê, Deşta Kafya 9 caran, li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê carekê, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Baharê carekê; bi giştî 19 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

15'ê Mijdarê li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Bêşîlî, Serê Metîna, Golka, Dergelê 18 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 3 caran; bi giştî 21 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

17’ê Mijdara 2024

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê

2 months ago
***🔷*** Biri Rütbeli 2 İşgalci Cezalandırıldı, …

🔷 Biri Rütbeli 2 İşgalci Cezalandırıldı, 1 Helikopter Ve 1 Kepçe Darbelendi

Basına ve Kamuoyuna!

Gerçekleştirilen eylemlerin ve işgalci Türk ordusu tarafından yapılan saldırıların ayrıntıları şöyledir:

🔸 1. Şehîd Delîl Batı Zap bölgesi;

— 15 Kasım saat 08:55’te Girê Amediyê Direniş Alanı’ndaki 1 projektör suikast taktiği ile vurularak imha edildi.

— 16 Kasım saat 15:20’de Girê Amediyê Direniş Alanı’nda yol yapmaya çalışan 1 kepçe YJA Star güçlerimizce ağır silahlar ile hedeflenerek vuruldu. Darbe alan bu kepçenin çalışması durduruldu.

— 15 Kasım saat 10:10’da Girê Bahar Direniş Alanı’ndaki işgalciler suikast taktiği ile hedeflenerek vuruldu ve 1 işgalci cezalandırıldı. Bu eylem YJA Star güçlerimizce gerçekleştirildi.

— 16 Kasım saat 13:30’da Girê Bahar Direniş Alanı’ndaki işgalciler denetim altına alındı ve suikast taktiği ile hedeflenerek vuruldu. Bu eylemde işgalci grubunun rütbeli komutanı olan 1 işgalci cezalandırıldı.

🔸 2. Metîna bölgesi;

— 15 Kasım saat 23:56’da Dergelê Direniş Alanı’ndaki saldırı helikopteri güçlerimizce vurularak darbelendi.

🔸 3. İşgalci TC ordusunun yasaklı patlayıcılar ile gerçekleştirdiği saldırılar;

— 15 ve 16 Kasım’da Şehîd Delîl Batı Zap bölgesinin Girê FM Direniş Alanı’ndaki tünellerimiz 2 kez yasaklı patlayıcılar ile bombalandı.

🔸 4. İşgalci TC ordusunun gerçekleştirdiği saldırılar;

— 14, 15 ve 16 Kasım’da Xakurkê bölgesinin Xinêreya Jor, Qele, Berbizinê, Sinînê Direniş Alanları 8 kez, Garê bölgesinin Spîndarê, Girgaşê, Deşta Kafya alanları 9 kez, Metîna bölgesinin Serê Metîna Direniş Alanı 1 kez, Şehîd Delîl Batı Zap bölgesinin Girê Bahar Direniş Alanı 1 kez olmak üzere; toplam 19 kez savaş uçakları ile bombalandı.

— 15 Kasım’da Metîna bölgesinin Bêşîlî, Serê Metîna, Golka, Dergelê Direniş Alanları 18 kez, Şehîd Delîl Batı Zap bölgesinin Girê Bahar Direniş Alanı 3 kez olmak üzere; toplam 21 saldırı helikopterleri ile bombalandı.

17 Kasım 2024

HPG Basın İrtibat Merkezi

2 months, 1 week ago

🔷 Li Zapê 3 Dagirker Hatin Cezakirin, Derb Li Kepçeyekê Hate Xistin

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:

  1. Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

— 12'ê Mijdarê saet di 01:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girgê Bahar bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.

— 13'ê Mijdarê saet di 14:25'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin ku hewl dan ji bo dagirkeriyê rê çêbikin. Di çalakiyê de derb li kepçeyekê hate xistin û hewldanên çêkirina rê ya dagirkeran hate rawestandin.

— 14'ê Mijdarê saet di 09:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar dema ku dagirkeran dar dibirîn, bi sekvaniyê li wan hate xistin, dagirkerek hate cezakirin. Saet di 13:15'an de li hemberî dagirkerên ku dar dibirîn careke din çalakiya sekvaniyê hate kirin. Dagirkerek hate cezakirin. Di van çalakiyên hêzên me yên YJA Starê de 2 dagirker hatin cezakirin.

— 14'ê Mijdarê saet di 17:05'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li hemberî dagirkerên ku berê xwe dabûn tunelên me yên şer destwerdan hate kirin û dagirker neçar man bi astekê xwe vekişînin.

  1. Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

— 12, 13 û 14'ê Mijdarê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

  1. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

— 12, 13 û 14'ê Mijdarê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Kendekola, Sinînê, Berbizinê, Qele 11 caran, li Herêma Garê qadên Şikeftiya, Dêreşê, Deşta Kafya, Girê Reşîd 4 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna, Şêlazê, Bêşîlî 4 caran; bi giştî 19 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

— 13 û 14'ê Mijdarê li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Şêlazê 6 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 19 caran; bi giştî 25 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

15’ê Mijdara 2024

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê

2 months, 1 week ago

4️⃣6️⃣🔣 ​​salvegera damezrandina *🔠*🔠*🔠*

Gerîlaya YJA STAR Çarçella Cîlo:

"Niha her kes hêz û îlhama xwe ji YJA Star, tevgera jin û jinên PKK'î digire."

https://t.me/gerilaname1

We recommend to visit

Last updated 3 weeks, 2 days ago

Li ser şopa heqîqetê

Last updated 4 weeks ago

Reng, Deng û Awazên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê

#PKK #HPG #YJA_STAR #PJAK #YRK #HPJ #Gerila #Kurdistan

Last updated 8 months, 3 weeks ago