Why Pay for Entertainment? Access Thousands of Free Downloads Now!

Stêrk TV

Description
Li ser şopa heqîqetê
Advertising
We recommend to visit

Li ser şopa heqîqetê

Last updated 1 week, 1 day ago

Reng, Deng û Awazên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê

#PKK #HPG #YJA_STAR #PJAK #YRK #HPJ #Gerila #Kurdistan

Last updated 2 months ago

Hêsabê fermî ya Hêzên Rizgariya Efrînê

Last updated 3 weeks, 5 days ago

1 week, 2 days ago

ŞERVANÊ Kurdîstanê li girê Cûdî artêşa Tirk tarûmar kirin!

➡️ Gerîla Tv beşa duyemîn a dîmenên operasyonê bi navê "Filma Agir Kete Dilê Enqerê" weşand.

➡️ Di Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan a 17'ê Sibatê de 37 eskerên Tirk hatibûn kuştin û li Girê Cûdî baregeheke artêşa Tirk hatibû rûxandin.

#OperasyoneSoresgeri #HPG
#SehidDogaViyan
#SehidŞervanVarto

https://www.youtube.com/watch?v=Y6pB17ktNvQ

🌐http://sterk.tv

1 week, 2 days ago

Binçavkirin û zextên li ser Çapemeniya Azad li gelek bajarên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê hate protestokirin.

#ErisenLiDijiRagihandinaAzad
#ÇapemeniyaAzadNayeBedengKirin
#HandsOffKurdishPress
#OzgurBasinSusturulamaz

https://www.youtube.com/watch?v=Y6pB17ktNvQ

🌐http://sterk.tv

1 week, 2 days ago

Kurd û dostên xwe êrişa li dijî ragihandina azad bi çalakiyan şermezar dikin!

➡️ Li Ewrûpayê li gelek bajaran çalakî hebûn. Li pêş konsolosxaneyên Belçîkayê çalakî hatin lidarxistin.

https://www.youtube.com/watch?v=Y6pB17ktNvQ

🌐http://sterk.tv

2 weeks, 2 days ago
'Dixwazin paşeroja civaka me tine bikin, …

'Dixwazin paşeroja civaka me tine bikin, em ê rê nedin vê yekê'

Ji Platforma Jinê ya Şahmaran Gulîzar Îpek Bîlek got, "Hewl didin paşeroja civaka me, bi taybetî jî ya jin û ciwanan tine bikin." Gulîzar Îpek Bîlen diyar kir ku wê rê nedin vê yekê.

Raya giştî pê hesiya ku li navçeya Dêrik a Mêrdînê par meha Îlonê cerdevan Yakûp Akyol, Çetîn Tag, Sûûd Çelîk û Harûn Yilmaz bi şantajê bi rêk û pêk destdirêjî li jineke ciwan a 22 salî kirin. Piştî ku gilî hate kirin her çar kes hatin binçavkirin, lê Serdozgeriya Komarê ya Dêrikê kiryar berda. Bi gotina 'Kontrola edlî wê biran be' têkildarî kiryaran tenê biryara 'qedexeya derketina derve' da û lêpirsîna li ser mijarê jî berî çend rojan bi dawî kir.

Li gel gotinên jin a mexdûr, dîmenên şantajê û delîlên hatin peydakirin jî dadgehê lêpirsîneke bi bandor li ser mijarê nemeşand. Endama Platforma Jinê ya Şahmaran a Mêrdînê Gulîzar Îpek Bîlek anî ziman ku ev yek konsepteke şerê taybet e.

2 weeks, 2 days ago
Tulay Hatîmogûllari: Em li dijî şer …

Tulay Hatîmogûllari: Em li dijî şer tifaqa gelan xurt bikin.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di komcivîna partiya xwe ya heftane de têkildarî rojevê nirxandin kir û wiha got: “Em bi hev re tifaqa gelan xurt bikin û dengê aştiyê li dijî şer bilind bikin.”

Di vê hilbijartinê de AKP’ê û MHP’ê serî li her cure hîleyan da. Tevî vê yekê jî ev encama derket holê nîşan dide ku cihê vê otorîterbûnê yê ku biçe derekê nîne.

Di 31’ê Adarê de gelên Tirkiyeyê li dijî yekperestiyê, înkar û ziman mil dane milê hev û gotin bes e.

#DEMParti #TulayHatimogullari

🌎https://www.youtube.com/watch?v=JourwbNuF0M

#StêrkTV

2 weeks, 2 days ago
Çarşema Serê Nîsanê li Wêranşarê hate …

Çarşema Serê Nîsanê li Wêranşarê hate pîrozkirin.

Êzidiyan li Wêranşarê yekemcar Çarşema Serê Nîsanê bi rengekî girseyî pîroz kirin.

Pîrozbahî li ber Mala Çandê pêk hat û tevî Êzidiyan ji baweriyên cuda gelek kes tevlî bûn.

Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr, Hevşaredarên Wêanşarê Bedriye Yorgûn û Serhat Dîcle Înan jî beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Di pîrozbahiyê de jin û zarokan kincên neteweyî li xwe kirin.

#CejnaÇarşemaSorPirozBe #Weranşar

🌎https://www.youtube.com/watch?v=JourwbNuF0M

#StêrkTV

3 weeks, 2 days ago
Şêniyên Mexmûrê jî bi serdana goristanan …

Şêniyên Mexmûrê jî bi serdana goristanan dest bi cejna Remezanê kir.

Di serdanê de ji bo şehîdan dûa hatin xwendin û soza pêkanîna xeyalên wan hate dayin.

3 weeks, 2 days ago
Ji endama komîteya navendî ya PKK'ê …

Ji endama komîteya navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît peyamên pîrozbahiya Newrozê û pêngava azadiya Rêber Apo

➡️Newroza îsal bû newroza azadî û Rêbertiyê

➡️Ji 4 parçeyan bi siloganên "Bijî Serok Apo" herikîna qadan girîng bû

➡️Xwedî-derketina Rêbertiyê ya di vê astê de baş e, lê divê mirov têr nebîne

➡️Hêdî hêdî girîngiya fikrên Rêber Apo ya ji bo gelên cîhanê fêm dibe

➡️Divê xebatên danasîna fikrên Rêber Apo ya li cîhanê were zêdekirin

➡️Wê pêngava ji bo azadiya Rêber Apo xurttir bibe

➡️Divê gelê me, beşdariya pêngava ji bo azadiya Rêber Apo zêde bike

3 weeks, 2 days ago
Bandora dîmen û wêneyên HPG'ê

Bandora dîmen û wêneyên HPG'ê

Navenda Çapemenî ya HPG'ê doh dîmen û wêneyên çalakiyên gerîlayan belav kirin.

HPG'ê anîbû ziman ku artêşa Tirk derbên dixwe û wendahiyên xwe vedişêre.

Wêne û dîmenên belav kiribûn jî, ev gotina HPG'ê piştrast dikir.

Piştî wan dîmen û wêneyan ji artêşa Tirk a dagirker îtîrafek hat.

Artêşa Tirk îtîraf kir ku ji hêzên wan ên bijartî çawisê pispor Hîkmet Aslan li Zapê hatiye kuştin.

Weşana Zindî:
👉 https://www.youtube.com/watch?v=JourwbNuF0M

X/Twitter
👉 @sopaheqiqete

👉@Sterktv1

Telegram
👉 https://web.telegram.org/k/#@sterkkurditv

2 months, 3 weeks ago

Ciwanên Enternasyonalîst li Baselê ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo dimeşin.

Rojnamevan Erdogan Zamur ji qada çalakiyê radigihîne.

#MesaAzadiyaReberApo #Basel #MesaCiwana

#FreedomForOcalanNow

https://www.youtube.com/watch?v=sVPUdfB_NT4

🌐http://sterk.tv

We recommend to visit

Li ser şopa heqîqetê

Last updated 1 week, 1 day ago

Reng, Deng û Awazên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê

#PKK #HPG #YJA_STAR #PJAK #YRK #HPJ #Gerila #Kurdistan

Last updated 2 months ago

Hêsabê fermî ya Hêzên Rizgariya Efrînê

Last updated 3 weeks, 5 days ago