Reng, Deng û Awazên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê
#PKK #HPG #YJA_STAR #PJAK #YRK #HPJ #Gerila #Kurdistan
Last updated 1 month, 2 weeks ago
Hêsabê fermî ya Hêzên Rizgariya Efrînê
Last updated 2 months, 1 week ago
Lêgerîna Edaletê ya Dayika Emîne Şenyaşar a 6 salan!
14 Heziranê Salvegera Komkujiya malbata Şenyaşar e,
Malbata Şenyaşar wê rojê bi eşeke mezin re rû bi rû man.
Komkujî li serê wan hat.
3 ferdên malbatê hatin qetilkirin yek jî hate girtin.
Lê kujerên wan li derve ne.
Rûyê rast ê mêtîngeriya Tirk a li dijî gelê Kurdan xwe di doza malbata Şenyaşar de jî dide der.
Di ser vê komkujiyê re 6 sal derbas bûn.
#KomkujiyaMalbataSenyasar
#SalvegeraKomkujiye
#EmineSenyasar
Nobetên li dijî desteserkirinê hatine destpêkirin di roja 11’an de ne.
Nobetên li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê di roja 11’emîn de berdewam dike.
#JiDesteserkirinaIradeyaGelReNa
#DestnedeIradeyaMe
#IrademizeDokunma
Dewleta Dagirker rewşa awarte"OHAL" li Kurdîstanê didomîne.
➖ Herêma Botanê di bin zext û dorpêça dewleta Tirk de ye. Li bajêrê Şirnexê rewşa awarte, OHAL dewam dike.
Di nava 6 mehên dawî de waliyê Tirk ê Şirnexê 20 caran qedexe ragihandiye.
Sedat Atsiz, ji ber poşmantiyê qebûl nake, dewleta Tirk wî bernade.
Sedat Atsiz girtiyekî siyasî ye û 30 sal e di zindanên dewleta tirk de ye.
Niha li girtîgeha Bolu ya Tîpa F tê ragirtin û gelek nexweşiyên wî hene.
Lê belê ji ber ku poşmanî qebûl nekir berdana wî ji bo 3 mehan cara 2'yemîn hate taloqkirin.
#EşkenceyaDewletaTirk
#SedatAtsiz
Ji bo rojnamevan Serdar Karakoç azadî.
Rojnamevan Serdar Karakoç, 35 sal in di Çapemeniya Azad de dixebite.
#JiSerdarKarakocReAzadi
#ÇapemeniyaAzadNayeBêdengKirin
Dewleta Îranê Cezayê darvekirinê da gerila Hatem Ozdemîr
Gerîlayê HPG'ê Hatem Ozdemîr bi nasnav Rêgeş, 2'yê Tîrmeha 2019'an di şerekî de birîndar bû û dîl ket dest hêzên Îranê.
Gerîla Rêgeş niha li zindana navçeya navçeya Makû ya li rojhilatê Kurdistanê tê ragirtin.
Dewleta Îranê cezayê darvekirinê lê biriye.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Murat Karayilan balkişand ser tengav bûna Dewleta Tirk a şer û wiha got: "Leşkerên Tirk di şer de tengasiyê de ne û cerdevanan didin pêş. Divê eşîr, mal û malbatên qoriciyan li ber xiyanetê rabin."
#MuratKarayilan
#PKK
#Cerdevan
Li Îranê cezayê îdamê ji bo gerîlayê HPG’ê Rêgeş hate erêkirin
Cezayê îdamê ya ku ji aliyê dadgerê Îranê ve li gerîlayê HPG’ê Ethem Ozdemîr hatî birîn, ji aliyê dadgeha bilind ve hate erêkirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê 28’ê Tîrmeha 2019’an daxuyanî dabû û ragihandibû ku di vî şerî de gerîlayek şehîd bû û gerîlayek jî bi birîndarî dîl ketiye destê hêzên Îranê. Hat zanîn ku Rêgeş di sala 1997’an de li Agiriyê ji dayik bûye û di sala 2014’an de tevlî PKK’ê bûye.
Dewleta Îranê piştî 33 mehên girtîbûna Rêgeş, ew derxist Dadgeha Şoreşê ya li bajarê Xoyê. Piştî darizandineke kurt, di 15’ê Adara 2022’yan de cezayê îdamê lê hate birîn.
Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku Rêgeş li girtîgeheke li Urmiyeyê tê ragirtin û cezayê wî yê îdamê ji aliyê dadgeha bilind ve hatiye erêkirin.
#CezayaDarvekirinaGerilayeAzadiyaKurdistane
#EthemOzdemir
#Reges
#Iran
Îrlanda, Spanya û Norwêcê dewleta Fîlîstînê nas kirin, Îsraîl bi hêrs e
Biryara Spanya, Norwêc û Îrlandayê ya ji bo naskirina dewleta Fîlîstînê ji 28'ê Gulanê roja Sêşemê û pê ve dikeve meriyetê. Îsraîl bi hêrs e.
Madrîd, Dûblîn û Osloyê roja Sêşemê bi rengekî fermî Dewleta Fîlîstînê nas kirin. Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez anî ziman ku ev naskirin ji bo 'pêkhatina aştiya' navbera Îsraîlî û Fîlîstîniyan 'pêwîstî' bû û ji bo gelê Fîlîstînê 'pirsgirêkeke edaletê ya dîrokî' bû.
Lîderê sosyalîst bi dema herêmî saet di 09:30'î beriya destpêkirina civîna Desteya Wezîran bi zimanên Spanî û Îngilîzî daxuyaniyeke kurt da û diyar kir ku ev biryar 'li dijî kesî, li dijî Îsraîlê' nehatiye wergirtin.
Biryara naskirinê hefteya derbasbûyî roja Çarşemê ji aliyê Sanchez û hempîşeyên wî yên Îrlandayî û Norwêcî ve bi koordîneyî hate ragihandin û ji 28'ê Gulanê roja Sêşemê û pê ve dikeve meriyetê.
Tê payin ku hikumeta Îrlandayê jî ji bo erêkirina vê biryarê vê sibehê li hev kom bibe.
Li gelek navendên Elmanyayê Şehîdên Meha Gulanê hatin bibîranîn
Li bajarê Wûppertal, Manheim û Kassel ên Elmanyayê Şehîdên Meha Gulanê bi çalakiyan hatin bibîranîn.
Reng, Deng û Awazên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê
#PKK #HPG #YJA_STAR #PJAK #YRK #HPJ #Gerila #Kurdistan
Last updated 1 month, 2 weeks ago
Hêsabê fermî ya Hêzên Rizgariya Efrînê
Last updated 2 months, 1 week ago