Dive into the Ultimate Free Library: Your One-Stop Hub for Entertainment!

HPG - Kurmancî

Description
HÊZÊN PARASTINA GEL Ê KURDISTAN
Advertising
We recommend to visit

Li ser şopa heqîqetê

Last updated 1 week, 1 day ago

Reng, Deng û Awazên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê

#PKK #HPG #YJA_STAR #PJAK #YRK #HPJ #Gerila #Kurdistan

Last updated 2 months ago

Hêsabê fermî ya Hêzên Rizgariya Efrînê

Last updated 3 weeks, 5 days ago

3 Wochen, 3 Tage her

**Belgeyên Di Derbarê Rastiyên Ku Artêşa Dagirker Veşartî De!

Çapemenî û Raya Giştî Re!**

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bênavber darbeyan li artêşa Tirk a dagirker dixin. Artêşa Tirk a dagirker 4'ê Nîsanê yekîneyeke xwe ya taybet a ku hemû serpel bû şand ser tunelên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî. Hêzên me ev dagirker xistin bin kontrola xwe û destpêkê bi sabotajê lê dan, piştre jî bi çekên ferdî dest li wan werdan. Hêzên me çekeke ferdî ya bi tîpa SAR-56 û alavên wê ji ser dagirkerên hatin cezakirin rakirin. Lê belê artêşa Tirk a dagirker mîna her carê windahiyên xwe yên li vê derê jî veşart. Hate tespîtkirin ku çeka ferdî ya SAR-56 bi nûmaraya TCK 1102-22CK00541 e ku ji ser dagirkeran hate rakirin. Em rastiya ku medya şerê taybet û artêşa dagirker veşartiye bi wêne û dîmenan bi raya giştî re parve dikin.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:

1. Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

🔸 4'ê Nîsanê saet di 10:05'an de li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê sîstemeke radarê û sîstema kamerayê ya mobesse ya dagirkeran bi sûîqestê hatin îmhakirin.
🔸 8'ê Nîsanê saet di 13:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê projektorek û sîstemeke kamera ya mobesse ya dagirkeran bi sûîqestê hatin îmhakirin.

2. Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

🔸 5'ê Nîsanê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl tunelên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
🔸 5'ê Nîsanê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl tunelên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
🔸 6'ê Nîsanê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl tunelên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

3. Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

🔸 Di navbera 4'ê Nîsanê û 8'ê Nîsanê de li herêma Metînayê qadên Serê Metîna, Banka, Bêşîlî 8 caran, li herêma Xakurkê qadên Girê Berbizina, Girê Şehîd Hawar, Girê Şehîd Şerîf, Xinêrêya Jor 8 caran, li herêma Garê qadên Girê Kun, Deşta Kafya, Gûzê 7 caran, li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl qadên Girê Cûdî, Girê Amediyê, Girê Bahar 14 caran bi giştî 37 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
🔸 5'ê Nîsanê qada Lolanê ya herêma Xakurkê bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin.

**9ê Nîsana 2024

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê**

4 Wochen her

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:

1. Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

🔸 1'ê Nîsanê saet di 09:18 û 11:30'î de li hemberî dagirkerên ku êrîşî tuneên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê dikirin, bi sabotajê çalakî hate kirin. Di encama çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.

🔸 2'ê Nîsanê saet di 10:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

🔸 4'ê Nîsanê saet di 08:55'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li hembrî dagirkerên ku dixwestin teqemeniyan bixin tunelên me yên şer, bi sabotajê çalakî hate kirin. Hêzên me di heman demê de bi çekên ferdî dest li dagirkeran werdan. Di encama vê çalakiyê de 3 dagirker hatin czakirin û 2 dagirker jî birîndar bûn. Ji ser dagirkerên hatin cezakirin çekeke ferdî ya MPT-55, dûrbîna li ser çekê, 2 berçavk û fenera li ser serî hatin desteserkirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

2. Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

🔸 31'ê Adarê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, tunelên me yên şer carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

🔸 1 û 2'ê Nîsanê li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl tunelên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 2 caran bi teqemeniyan û 2 caran jî bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

🔸 1'ê Nîsanê li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl tunelên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê bi çekên kîmyewî hatin bombekirin. Gaza kîmyewî ya hate bikaranîn bi rengê spî bû û bêhna klorê jê dihat.

3. Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

🔸 Di navbera 31'ê Adarê û 4'ê Nîsanê de li herêma Garê qadên Girê Kun, Xêrê, Dêreşê, Rêbînê, Mijê, Çemrobotkî, Deriyê Hirçê, Neqeba Xêrê 17 caran, li herêma Metînayê Serê Metîna, Dergelê, Bêşîlî, Golka 12 caran, li herêma Xakurkê Sinînê, Goşîne û Lolan 8 caran, li herêma Zapê qada Şehîd Îbrahîm 3 caran, li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Girê Amediyê, Girê Bahar, Girê Cûdî 7 caran, li herêma Qendîlê qadên Zergelê û Balayanê 3 caran bi giştî 50 carî bi balafirên şer hatin bombekirin.

**5ê Nîsana 2024

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê**

4 Wochen her

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê meha Adarê û cejna vejînê Newroz bi coşeke mezin û bi ruhê berxwedanê yê Kawayê Hemdem Mazlûm Doganan pêşwazî kirin. Gerîlayên me di meha Adarê de jî li dijî her cure êrîşên hewayî û bejahî yên dewleta Tirk a qirker û mêtinger bersiva pêwîst dan û berxwedana xwe mezin kirin. Ji eyaletên Bakurê Kurdistanê heta Herêmên Parastinê yên Medyayê, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li her derê bi ruhê fedayî yê Apoyî têkoşîna xwe dewam dikin û di meha Adara 2024'an de jî gavên girîng avêtin.

19'ê Adarê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya li Zapê bi Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Ciwan-Şehîd Andok derbeke giran li dagirkeran hate xistin. Hêzên me ku cejna Newrozê bi operasyoneke şoreşgerî bi rengekî watedar pêşwazî kirin, Newroz bi coşeke mezin pîroz kirin û merasîmên leşkerî pêk anîn. Gerîlayên me bi van merasîman ji aliyekî ve vejna vejînê pîroz kirin, li aliyê din jî dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo û şehîdan nû kirin, nîşan dan ku ji her alî ve ji bo têkoşîna sala nû amade ne.

Hêzên Parastina Gelê Kurdistanê di Newroza Azadiyê de mizgîniyeke mezin dan gelê Kurd ê welatparêz û dostan. Ragihand ku gihîştine wê ast û hêzê ku makîneyên mirinê bînin xwarê ku weke SÎHA têne binavkirin û ji aliyê dewleta Tirk a qirker mêtinter û hêzên li pişt wê ve li dijî gelê me û tevgera me têne bikaranîn. Bîlançoya giştî ya çalakiyên xistina SÎHA'yên dewleta Tirk ku di 13'ê Sibata 2023'an de destpê kirin, di vê Newrozê de hate eşkerekirin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji SÎHA'yên herî pêşketî yên di destê dewleta Tirk de ne, ji her cûreyên SÎHA'yên Akinci, Aksûngûr, Anka û Bayraktar TB2 15 xistin xwarê, çûn ser enqazên wan û bi vî rengî têkoşîna me ya azadiyê ya li dijî mêtingeriyê gihandin asteke nû. Ev pêngava gerîla ya ku parastina gelê Kurd xurt dike û têkoşînê mezin dike, di nava gelê me yê welatparêz de bi coş û kêfxweşiyeke mezin hate pêşwazîkirin û vê yekê bandor li hemû qadên Newrozê kir.

Asta profesyoneliyê ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku ji hewa û bejahî ve xwe gihandiye, careke din nîşan da ku israra rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst a li ser şer û siyaseta qirkirinê wê ti encamê bi xwe re nîne. Vê yekê hêviya azadiyê û baweriya bi serketinê ya gelê me hîn mezin kir.

Di nava meha Adarê de operasyoneke şoreşgerî û 14 çalakiyên gerîla hatin lidarxistin. Di têkoşîna meha Adarê de hevrêyên me Ekîn Rodî û Canşêr Şêrawa ku bi ruhê fedaî yê Apoyî bi ser dijmin ve meşiyan, gihîştin şehadetê. Medya şerê taybet a Tirk windahiyên artêşa Tirk a dagirker careke din veşart û bi nûçeyên derewîn hewl da raya giştî bixapîne. Mîna ku me heta niha kir, ji niha û pê ve jî em ê bi agahî, belge û dîmenan derewên medya şerê taybet a Tirk eşkere bikin û rastiya şer ê li Kurdistanê bi raya giştî re parve bikin.

Bîlançoya şer a meha Adarê bi vî rengî ye:

4 Wochen, 1 Tag her

AGAHIYA DAWÎ:

Hêzên me li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî êrîş birin ser dagirkeran.

Hejmara dagirkerên ku hatî cezakirin derket 3’yan. Gelek dagirker birîndar bûn.

Ji ser dagirkeran çekeke ferdî ya MPT-55 hate rakirin.

Tevgera dijmin a li herêmê berdewam e.

1 Monat her

Hevrêyên hêja!

Beriya her tiştî em we hevrêyên hêja hemûyan bi hestên şoreşgerî ji dil silav dikin ku bi wêrekiyeke bilind û ruhê fedaî yê Apoyî tevlî Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Ciwan-Şehîd Andok bûn û cejna vejînê ya gelê Kurd Newroz bi rengê herî bi wate pêşwazî kirin. Di şexsê şehîdên me yên Newrozê Ekîn û Canşêr re ku bi helwesta Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan Newroza Azadiyê pêşwazî kirin, agirê Newrozê geş kirin û derbên giran li artêşa Tirk a mêtinger qirker xistin, em hemû şehîdên xwe bi rêzdarî û bi hurmet bi bîr tînin.

19'ê Adarê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê li navenda 4 baregehên artêşa Tirk a dagirker li du baregehên girîng hate xistin ku tank û çekên giran diparastin. Piştî ku bi teknîk û taktîkeke taybet derba giran li dijmin hate xistin, çûn ser çeperên dagirkeran. Bersiva pêwîst ji destwerdana dijmin a bi tank û topan re hate dayin û herdu baregehên dijmin ên parastî di asteke girîng de hatin îmhakirin. Hemû tedbîrên artêşa Tirk a dagirker bi vê çalakiyê hatin têkbirin û operasyona şoreşgerî a ji 8 baskan hate kirin bi serketî pêk hat. Gerîla bi ruhê Newrozê mîna bazekî pençeyê xwe li baregeha dijmin a herî parastî ya li qadê xist û derbeke giran li artêşa Tirk da. Artêşa Tirk a dagirker li hemberî vê yekê nekarî tiştekî bike, encamên operasyona şoreşgerî veşart û hewl da pêşî li dîtin û bandora teknîk û taktîka HPG'ê bigire.

Gelekî bi wate bû ku Newroza gelê Kurd ê welaparêz bi operasyoneke şoreşgerî ya serketî hate pîrozkirin. Em hemû fermandar û şervanên ku di her asta Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Ciwan-Şehîd Andok de bi ruhê Newrozê tevlî bûn, pîroz dikin.

Cenazeyên hevrê Ekîn Rodî û Canşêr Şêrawa ku milîtanên hêja yên Apoyî bû, di nava şerê giran de hatin wergirtin ku ev yek mînakeke wefadariyê ya mezin a ji bo şehîdan, dilsoziya bi nirxan e. Nîşandana milîtaniya fedaî ya Apoyî ya xwedîderketina li şehîdan û hevrêyên xwe, çalakiya we hîn bi wate û hêja kiriye. Ji ber vê helwesta we, em hêza operasyona şoreşgerî careke din pîroz dikin, helwesta we silav dikin.

Hevrêyên hêja, her Newroz ji bo me bûye wesîleya destpêkên nû, pêngavên nû. Helwesta we ya ku Newroz bi ruhê Newrozê pêşwazî kir, nîşan da ku têkoşîna me ya sala nû jî wê bi heman tempo, rêbaz û encamwergirtinê derbas bibe. Em di wê baweriyê de ne ku li ser vê bingehê hûn ê xwe hîn kûr bikin û serketinên hîn mezin bi dest bixin. Serketinê ji we re dixwazin.

**3ê Nîsana 2024

FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDA PARASTINA GEL**

1 Monat her

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:

1. Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

🔸 24'ê Adarê saet di 14:15'an de li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê dronek bi teqemeniyan barkirî ya dagirkeran li hewayê hate îmhakirin.
🔸 25'ê Adarê saet di 15:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê dronek teqemenî barkirî ya dagirkeran li hewayê hate îmhakirin.
🔸 28’ê Adarê saet di 13:30’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dema dagirker ketin tevgerê, bi çekên giran hatin gulebarankirin û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
🔸 28’ê Adarê saet di 08:50’an de dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi taktîka sûîqestê hatin gulebarankirin û dagirkerek hate cezakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidarxistin.

2. Li Herêma Xakurkê;

🔸 29’ê Adarê saet di 10:00’an de dagirkerên li Girê Şehîd Kamûran bi çekên giran hatin hedef girtin û derb li wan hat xistin.

3. Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

🔸 24, 27, 28 û 30’ê Adarê, tunelên şer ên li Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê û Girê Cûdî yên herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, 4 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
🔸 27 û 29’ê Adarê tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê ya herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 4 caran bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî hatin bombekirin.
🔸 24 û 27’ê Adarê, tunelên şer ên li qada Şehîd Îbrahîm a herêma Zapê, 3 caran bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî hatin bombekirin.

4. Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

🔸 Di navbera 23-31’ê Adarê de qadên Deşta Kafya, Dosteka, Kanîsarkê, Çemrobotkî, Girê Reşîd, Sêdarê, Xêrê, Dêreşê, Şiyê, Girê Kun ên herêma Garê 19 caran, Bêşîlî, Serê Metîna ên herêma Metînayê 14 caran, Lolan, Kolît, Goşînê, Sinînê ên herêma Xakurkê 7 caran, herêma Şehîd Îbrahîm ya Zapê 4 caran, Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê, Girê Bahar û Girê Cûdî yên herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 17 caran bi giştî 61 caran bi balafirên şer hatine bombekirin.

**31ê Adara 2024

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê**

2 Monate, 4 Wochen her

https://t.me/Gerilla_Tv/679

Telegram

Gerîla TV

Çalakiyên Sala 2023 ên YJA STARê Yên Bi Bandor

3 Monate her

**1’ê Sibata 2024

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê**

3 Monate her

**Bîlançoya Şer A Meha Çileyê Ya 2024

( 1 Çile – 31 Çile )

Çapemenî û Raya Giştî Re!**

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê berxwedana xwe ya dîrokî ya li dijî înkar, îmha, qirkirin, siyaseta tecrîd û êrîşên dagirkeriyê di meha destpêkê ya sala 2024'an de jî bênavber dewam kirin. Hêzên me ku di nava şert û mercên giran ên zivistanê de jî bersivê didin her cûre êrîşên dewleta Tirk a dagirker, bi çalakî û operasyonên şoreşgerî performanseke girîng a şer afirandin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi asta xwe ya ku li ser bingeha jinûve avabûnê bi dest xistin, bi kûrahiya taktîkî, performansa bilind, hostsatiya di liv û tevgerê û rêbaza çalakiyê de, her wiha bi bicihanîna vê yekê ya bi afirîneriyeke mezin, ispat kirin ku doktrîna şer a HPG'ê rast e. Careke din hate dîtin ku dema ruhê fedaîtî yê Apoyî, rêbaza taktîkî ya gerîlatiay modernîteya demokratîk bi afirînerî û biryardariyeke mezin bi cih hate anîn, ti hêz nikare li pêşiyê bisekine, her cûre teknîka dijmin dikare bê têkbirin. Çalakî û operasyonên şoreşgerî yên hêzên me hem derba giran li artêşa Tirk a dagirker xistin, hem rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst hejandin hem jî nîşan dan ku siyaseta qirkirinê ya xwe dispêre înkar û îmhayê ti carî nikare encamê bi dest bixe.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê havîn-zivistanê di her şert û mercên qadê de, li her derê û di her kêliyê de vê astê dixin meriyetê, ku ev yek ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê me destketiyeke mezin e. Gerîlayên me ku bi xurtî dest bi sala nû kir, rêya têkoşînê ya sala 2024'an diyar kirin û rêya serketinê nîşan dan.

Hevrêyên me Serxwebûn, Serhed, Rizgar Çavreş û Jêhat kuk bi ruhê fedaî yê Apoyî tevlî têkoşîna dijwar a meha Çileyê bûn, her cûre zor û zehmetî ji holê rakirin û derbên giran li dijmin xistin, gihîştin şehadetê. Hevrêyên me yên leheng bi vê astê têkoşîna me gihandin asteke bilind. Em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê li ser şopa hevrêyên xwe bimeşin û armancên wan bi ser bixînin.

Bîlançoya şer a meha Çileyê bi vî rengî ye:

5 Monate her

**Sûcên Şer Ên Artêşa Dewleta Tirk A Dagirker Dewam Dikin

Çapemenî û Raya Giştî Re!**

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:

1. Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

🔸 2'ê Kanûnê saet di 14:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Derbe li çeperekê hate xistin.
🔸 3'ê Kanûnê saet di 14:10'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran dest li dagirkeran hate werdan.

2. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi gaza kîmyewî, teqemeniyên qedexe û bi dronên teqemenî barkirî;

🔸 1, 2 û 3'ê Kanûnê li herêma Metînayê çeteyên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê 5 caran bi droneyên bombebarkirî, carekê bi gazên kîmyewî û 2 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
🔸 3'ê Kanûnê li herêma Metînayê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê 2 caran bi gazên kîmyewî, 2 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
🔸 4'ê Kanûnê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
🔸 3 û 4'ê Kanûnê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 18 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.
🔸 3'ê Kanûnê li herêma Zapê çeperên şer ên li Şehîd Diyar carekê bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

3. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

🔸 1, 2 û 3'ê Kanûnê li herêma Garê qada Deşta Kafya 2 caran, li herêma Xakurkê qadên Xinêra Jor, Ava Lolanê û Goşînê 5 caran, li herêma Metînayê qada Gundê Dergelê 2 caran; bi giştî 9 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
🔸 2, 3 û 4'ê Kanûnê herêmên Zap û Xakurkê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.
🔸 Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin.

**5’ê Kanûnê 2023

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê**

We recommend to visit

Li ser şopa heqîqetê

Last updated 1 week, 1 day ago

Reng, Deng û Awazên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê

#PKK #HPG #YJA_STAR #PJAK #YRK #HPJ #Gerila #Kurdistan

Last updated 2 months ago

Hêsabê fermî ya Hêzên Rizgariya Efrînê

Last updated 3 weeks, 5 days ago