Last updated hace 1 mes, 1 semana
Channel for Professor mohammed dakhil
Last updated hace 4 meses
Last updated hace 1 mes, 2 semanas
🔶 Balafirên şer ên Tirk a dagirker Çiyayê Metîna yê li nêzîkê başaroka Dêrelukê ya Amêdiyê bi dijwarî bombebarankirin. Ji ber bombebarana dijwar li bajaroka Dêrelukê malên welatiyan hejiyan.
🔶 Îro, Yekîneyên Antî Teror (YAT) yên hêzên QSD bi merasîmeke leşkerî Şehîd Çeko Xidirbejî bibîr anîn.
Endamê Fermandariya Giştî ya QSD'e Loqman Xelîl di merasîmê de axaftinek kir.
🔹 QSD: https://t.me/sdf_press
🔶 #LEZGÎN
Çiyayê Bolê ya Herêma Bradost a navçeya Sîdekan a Hewlêrê ji aliyê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker ve herî kêm 3 caran hat bombebarankirin.
🔶 #LEZGÎN Dewleta Tirk sivîlan bombe kir Çavkaniyên Herêmî: Di encama bomberdûmana balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker de li herêma Hindawî ya navçeya Amediyê ya Duhokê welatiyên birîndar hene.
🔶 #LEZGÎN
Dewleta Tirk sivîlan bombe kir
Çavkaniyên Herêmî:
Di encama bomberdûmana balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker de li herêma Hindawî ya navçeya Amediyê ya Duhokê welatiyên birîndar hene.
🔶 Belgeyên Di Derbarê Rastiyên Ku Artêşa Dagirker Veşartî De!
HPG:
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bênavber darbeyan li artêşa Tirk a dagirker dixin. Artêşa Tirk a dagirker 4'ê Nîsanê yekîneyeke xwe ya taybet a ku hemû serpel bû şand ser tunelên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî. Hêzên me ev dagirker xistin bin kontrola xwe û destpêkê bi sabotajê lê dan, piştre jî bi çekên ferdî dest li wan werdan. Hêzên me çekeke ferdî ya bi tîpa SAR-56 û alavên wê ji ser dagirkerên hatin cezakirin rakirin. Lê belê artêşa Tirk a dagirker mîna her carê windahiyên xwe yên li vê derê jî veşart. Hate tespîtkirin ku çeka ferdî ya SAR-56 bi nûmaraya TCK 1102-22CK00541 e ku ji ser dagirkeran hate rakirin. Em rastiya ku medya şerê taybet û artêşa dagirker veşartiye bi wêne û dîmenan bi raya giştî re parve dikin.
🔶 Dagirkerek Birîndar
Hate hînbûn ku di encama çalakiya gerîlayên Azadiya Kurdistanê ya li herêma Zapê de leşkerê artêşa Tirk a dagirker Çawişê Pispor Çetîn Ergun birîndar bûye.
🔶 HPG:
Hêzên me li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî êrîş birin ser dagirkeran.
Hejmara dagirkerên ku hatî cezakirin derket 3’yan. Gelek dagirker birîndar bûn.
Ji ser dagirkeran çekeke ferdî ya MPT-55 hate rakirin.
Tevgera dijmin a li herêmê berdewam e.
🔶 Bedenên Amedê
🔶 Artêşa Tirk Bi Valakirina Gundan Dixwaze Dagirkeriya Xwe Berfirehtir Bike
Helikopterên artêşa Tirk a dagirker îro bê navber li ser gundê Ravîna yê herêma Kanî Masî ya parêzgeha Duhokê gerîyan, gund û derdorê gund bombebaran kirin. Li gorê çavkaniyên me yên herêmî artêşa dagirker bi vî şeklî dixwaze gund bi zorî vala bike.
Last updated hace 1 mes, 1 semana
Channel for Professor mohammed dakhil
Last updated hace 4 meses
Last updated hace 1 mes, 2 semanas