Reng, Deng û Awazên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê
#PKK #HPG #YJA_STAR #PJAK #YRK #HPJ #Gerila #Kurdistan
Last updated 8 months, 3 weeks ago
Çapemenî û Raya Giştî Re!
Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:
1. Li herêma Heftanînê;
? 3'ê Tebaxê saet di 09:30'î de li qada Keşanê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.
? 3'ê Tebaxê saet di 12:00 de li qada Kanî Biyê bi çekên nîv otomatîk û çekên giran li dagirkeran hate xistin.
2. Li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
? 2'ê Tebaxê saet di 19:03 de li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi sûîqestê hate îmhakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
? 3'ê Tebaxê saet di 09:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi sûîqestê hate îmhakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
? 3'ê Tebaxê saet di 22:05'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li kepçeyekê hate xistin ku li qadê hewl dida rê çêbike. Di encama vê çalakiyê de derb li kepçeyê ket û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
? 3'ê Tebaxê saet di 08:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Piştre saet di 09:30'î de bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin. Di van çalakiyan de ku ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatin kirin dagirkerek hate cezakirin, cebilxaneyek hate îmhakirin.
? 3'ê Tebaxê saet di 22:32'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar bi çekên giran li dagirkrean hate xistin. Di encama vê çalakiyê de 4 dagirker birîndar bûn ku 2 jê çawişên pispor bûn.
? 5'ê Tebaxê saet di 02:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.
3. Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;
? 3 û 4'ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê tunelên me 9 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
4. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;
? 3 û 4'ê Tebaxê li Herêma Xakurkê qadên Lolan, Şehîd Şerîf, Kendakola, Sinînê 12 caran, li Herêma Garê qadên Dêrîk, Gûzê, Deşta Kafya, Şikeftiya, Girê 7 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 5 caran, li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Şêlazê carekê; bi giştî 25 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
? 4 û 5'ê Tebaxê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar, li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Şêlazê û li Herêma Xakurkê jî Qada Kendakolayê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.
***5ê Tebaxa 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê***
Di Çalakiyên Zapê De Dagirkerek Hate Cezakirin, 4 Jî Birîndar Bûn
**4ê Tebaxa 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê**
**4 Mobesse Hatin Îmhakirin
Çapemenî û Raya Giştî Re!**
Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:
1. Li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
? 28’ê Tîrmehê di saet 16.50’an de bi taktîka sekvaniyê kameraya mobesse ya ayîdê dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate îmhakirin.
? 29’ê Tîrmehê di saet 17.50’an de bi çekên nîv otomatîk li dagirkerên li Qada berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin û derbe li çeperekê hate xistin.
? 28’ê Tîrmehê di saet 09.00’an de bi taktîka sekvaniyê kameraya mobesse ya ayîdê dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar hate îmhakirin.
? 28’ê Tîrmehê di saet 22.05’an de hêzên me mudaxileyî helîkopterên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar kirin.
? 29’ê Tîrmehê di saet 9.00’an de bi taktîka sekvaniyê kameraya mobesse ya ayîdê dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar hate îmhakirin.
? 29’ê Tîrmehê di saet 20.10’an de bi taktîka sekvaniyê kameraya mobesse ya ayîdê dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê FM hate îmhakirin.
2. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;
? 27, 28, 29 û 30’ê Tîrmehê Qada Newrozê ya herêma Qendîlê carekê, qadên Girê Şehîd Hawar, Şehîd Şerîf û Sinînê yên herêma Xakurkê 12 caran, qadên Şehîd Aslan, Zêvkê, Zengil, Yekmalê, Spîndarê û Kanî Sarkê yên herêma Garê 6 caran, Qadên Berxwedanê yên Şêlazê û Bêşîlî yên herêma Metînayê 3 caran, Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 3 caran; bi giştî 25 caran bi balafirên şer hatine bombebarankirin.
? 27 û 29’ê Tîrmehê Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî û herêma Xakurkê ya herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, bi helîkopterên êrîşê hatin bombebarankirin.
**30ê Tîrmeha 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê**
Çapemenî û Raya Giştî Re!
Artêşa Tirk a dagirker û medyaya şerê taybet Herêmên Parastinê yên Medyayê ji hewayî û bejahî bombebaran dike û parçeyên cuda yên Kurdistanê jî dixe nav daxuyaniyên xwe û her rojê windahiyên me weke nûçeyên nû servîs dike. Niha artêşeke Tirk heye ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê asê maye, di taktîkê de xitimî ye, armancên xwe bi dest xistiye û her roj derban ji gerîlayan dixwe. Ji bo vê yekê bibihurin hevkarî û xiyanet xistine dewrê, lê ev yek jî ji derdê wan re nebûye derman. Lewma artêşa Tirk a dagirker ku xwe dispêre şerê taybet û nûçeyên ku li ser maseyê tên amadekirin, îdîa dike ku windahiyên gerîla hene. Bila gelê me yê welatparêz û raya giştî bizanibin ku, nûçeyên ku îdîa dikin di encama van bombebaranan de windahiyên me çêbûne, hemû derew in. Di bombebaranên navborî de, ti windahiyên me çênebûne. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li ser bingehê tecrubeyên ku bi dest xistî, tarzê liv û tevger û bi cihbûna ku hemû êrîşan pûç bikin, bi dest xistiye. Artêşa Tirk operasyonên hewayî dike û gelek qadan di yekcarê de bombebaran dike. Lê belê pêşî li vê yekê hatiye girtin û ti zirar nagihije me.
Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:
1. Li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
? 26’ê Tîrmehê di saet 09.15’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin û çeperek hate îmhakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.
? 26’ê Tîrmehê di saet 20.42’an de dema ku dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ketin nav liv û tevgerê, bi çekên nîv otomatîk derbe lê hate xistin û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
? 27’ê Tîrmehê hêzên me mudaxileyî helîkopterên ku xwestin li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar dakevin, kirin.
2. Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;
? 26’ê Tîrmehê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombebarankirin.
? 26’ê Tîrmehê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombebarankirin.
3. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;
? 26 û 27’ê Tîrmehê qadên Askolkê, Girê Roj, Girê Şehîd Cîhan û Boblîskan ên herêma Qendîlê 5 caran, qadên Kanî Sarkê, Deşta Kafya, Gûzê, Sêdarê, Dêreşê, Mêranê, Meyrokê û Dêrîk ên herêma Garê 17 caran; bi giştî 22 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.
**27ê Tîrmeha 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê**
Çapemenî û Raya Giştî Re!
Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:
1. Li Herêma Metînayê;
? 24’ê Tîrmehê di saet 14.10 û 15.10’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Golkayê hate xistin û derbe li 2 çeperan hate xistin.
? 25’ê Tîrmehê di saet 17.10’an de hêzên me mudaxileyî helîkoptera li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê kirin. Piştî mudaxileya hêzên me, helîkopter neçar ma ku ji qadê dûr bikeve.
2. Li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
? 24’ê Tîrmehê di saet 08.25’an bi çekên giran li dagirkerên ku xwestin li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî sîstema kameraya mobesse deynin, hate xistin û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.
? 25’ê Tîrmehê di saet 16.30’an de bi çekên nîv otomatîk li kepçeya ayîdê dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, hate xistin û kepçe hate rawestandin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.
3. Li Herêma Heftanînê;
? 24’ê Tîrmehê di saet 11.50’an de bi çekên giran li Qereqola Kiryareş hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.
4. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;
? 23, 24 û 25’ê Tîrmehê qadên Şehîd Şerîf, Lolan, Goşînê, Girê Şehîd Hawar û Girê Şehîd Hêmin ên herêma Xakurkê 10 caran, qadên Spîndarê, Dêreşê û Mijê yên herêma Garê 8 caran, Qadên Berxwedanê yên Girê Bahar û Girê Cûdî yên herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 5 caran, qadên Zergelê û Boblîskan ên herêma Qendîlê 2 caran; bi giştî 25 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin. Ji ber van bombebaranan li gelek qadan şewat derketin û hîna jî dewam dikin.
? 24’ê Tîrmehê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi helîkopterên êrîşê hatin bombebarankirin.
**26ê Tîrmeha 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê**
**Di Çalakiyên Sekvaniyê De 3 Dagirker Hatin Cezakirin
Çapemenî û Raya Giştî Re!**
Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:
1. Li Herêma Metînayê;
? 23’yê Tîrmehê di saet 14.30’an de dema ku dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Golkayê ketin nav liv û tevgerê, bi çekên nîv otomatîk derbe lê hate xistin û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
? 23’yê Tîrmehê di saet 22.30’an de li Qada Berxwedanê ya Şêlazê mudaxileyî helîkopterên êrîşê hate kirin. Piştî mudaxileya hêzên me, helîkopter neçar man ku ji qadê dûr bikevin.
2. Li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
? 22’yê Tîrmehê di saet 09.00’an de bi çekên giran li dagirkerên Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin.
? 23’yê Tîrmehê di saet 13.10’an de bi taktîka sekvaniyê li dagirkerên ku li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî çavdêrî dikirin, hate xistin û dagirkerek hate cezakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.
? 23’yê Tîrmehê di saet 14.00’an de dema ku dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ketin nav liv û tevgerê, bi taktîka sekvaniyê derbe lê hate xistin û dagirkerek hate cezakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.
? 22’yê Tîrmehê di saet 19.48’an de bi taktîka sabotajê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin.
? 23’yê Tîrmehê di saet 04.45’an de bi taktîka sekvaniyê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.
? 23’yê Tîrmehê di saet 21.45’an de hêzên mudaxileyî helîkoptera li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar kirin. Piştî mudaxileya hêzên me, helîkopter neçar ma ji qadê dûr bikeve.
3. Li Herêma Garê;
? 23’yê Tîrmehê di saet 22.00’an de hêzên me mudaxileyî helîkopterên li qada Heftebax kirin.
4. Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;
? 22’yê Tîrmehê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombebarankirin.
5. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;
? 22 û 23’yê Tîrmehê qadên Şehîd Şerîf, lolan, Sinînê û Berbizina yên herêma Xakurkê 6 caran, qadên Deşta Kafya, Zengil û Kanî Sarkê yên herêma Garê 4 caran, Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê carekê, qadên Levcê û Girê Hîwa yên herêma Qendîlê 4 caran, Qada Berxwedanê ya Bêşîlî ya herêma Metînayê carekê; bi giştî 16 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin. Ji ber van bombebaranan li gelek qadan şewat derket û hîna jî didome.
? 22 û 23’yê Tîrmehê qadên Deşta Kafya û Heftebax ên herêma Garê, qadên Girê Şehîd Şerîf û Girê Şehîd Kerîm ên herêma Xakurkê, Qada Berxwedanê ya Serê Metîna ya herêma Metînayê û Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi helîkopterên êrîşê hatin bombebarankirin.
**24ê Tîrmeha 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê**
**Li Zapê Dagirkerek Hate Cezakirin, Mobesseyek Hate Îmhakirin
Çapemenî û Raya Giştî Re!**
Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:
1. Li Herêma Metînayê;
? 20’ê Tîrmehê di saet 11.35’an de bi çekên nîv otomatîk li dagirkerên ku xwestin li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê ber bi pêş ve biçin, hate xistin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
? 21’ê Tîrmehê di saet 07.00’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Golkê hate xistin.
2. Li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
? 20’ê Tîrmehê di saet 10.45’an de bi çekên nîv otomatîk li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar hate xistin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
? 20’ê Tîrmehê di saet 15.30 û 15.46’an de bi çekên nîv otomatîk li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar hate xistin û derb li çeperekî hate xistin.
? 22’yê Tîrmehê di saet 06.00’an de bi taktîka sekvaniyê li kameraya mobesse ya ayîdê dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar hate xistin û hate îmhakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.
? 21’ê Tîrmehê di saet 13.25’an de bi taktîka sekvaniyê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.
? 21’ê Tîrmehê di saet 13.30’an de dema ku ku dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ketin nav liv û tevgerê, bi çekên nîv otomatîk lê hate xistin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.
? 21’ê Tîrmehê di saet 21.50’an de bi çekên nîv otomatîk li dagirkerên ku li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ketin nav liv û tevgerê hate xistin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
3. Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;
? 20’ê Tîrmehê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM carekê bi teqemeniyên qedexekirî, hatin bombebarankirin.
? 21’ê Tîrmehê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carekê bi teqemeniyên qedexekirî, hatin bombebarankirin.
4. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;
? 20 û 21’ê Tîrmehê qadên Şehîd Şerîf, Goşînê û Kendekola yên herêma Xakurkê 3 caran, qadên Deşta Kafya, Gûzê û Heftebax ên herêma Garê 9 caran, Qadên Berxwedanê yên Dergelê û Şêlazê yên herêma Metînayê 2 caran, Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 3 caran, qadên Berdespî û Berdesorê yên herêma Hecîumran 5 caran; bi giştî 22 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.
? 20 û 21’ê Tîrmehê qada Girê Şekîf a herêma Xakurkê û qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl bi helîkopterên êrîşê hatin bombebarankirin.
**22ê Tîrmeha 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê**
Li Gever, Metîna Û Zapê 5 Dagirker Hatin Cezakirin
Çapemenî û Raya Giştî Re!
Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:
1. Li herêma Geverê;
? 17’ê Tîrmehê 3 kamerayên mobesse yên ku artêşa Tirk a dagirker li qadên Gundê Civyan, Şargulata û Gundê Sêgûza yên Geverê bi cih kirî, hatin tespîtkirin û îmhakirin.
2. Li Herêma Metînayê;
? 19’ê Tîrmehê di saet 20.00’an de bi çekên ferdî û nîv otomatîk li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Dergelê hate xistin. Derb li çeperên dagirkeran hate xistin û 2 çeper îmha bûn. Dagirkeran xwestin mudaxileyî çalakiyê bikin, lê bi rengekî hemwext derbe li 2 çeperên din jî hate xistin. Li vir 2 çeper hatin îmhakirin û 4 dagirker hatin cezakirin.
3. Li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
? 17’ê Tîrmehê bi taktîka sekvaniyê mobesseya ayîdê dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, hate îmhakirin.
? 18’ê Tîrmehê di saet 05.40’an de dagirkeran xwestin kameraya mobesse ya li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hatî îmhakirin, biguherin. Lê bi taktîka sekvaniyê li dagirkeran hate xistin û dagirkerek hate cezakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.
? 19’ê Tîrmehê di saet 18.00’an de dema ku dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar ketin nav liv û tevgerê, bi çekên nîv otomatîk derbe lê hate xistin û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
4. Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;
? 18’ê Tîrmehê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî, hatin bombebarankirin.
5. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;
? 18 û 19’ê Tîrmehê qadên Lolan, Kolît û Şehîd Şerîf ên herêma Xakurkê 9 caran, qadên Avtehlê, Deşta Kafya, Spîndarê, Kanî Gûzê, Girgaşê û Mijê yên herêma Garê 10 caran, Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê û Girê Bahar a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 6 caran; bi giştî 25 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.
? 20’ê Tîrmehê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl bi helîkopterên êrîşê hatin bombebarankirin.
**20ê Tîrmeha 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê**
Reng, Deng û Awazên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê
#PKK #HPG #YJA_STAR #PJAK #YRK #HPJ #Gerila #Kurdistan
Last updated 8 months, 3 weeks ago