MALPERA FERMÎ YA ROJEV MEXMÛR..
TÊKILÎ
https://t.me/ROJEVMEXMUR
Last updated 2 months ago
Last updated 1 week ago
*📌Ciwanên Apoyî li Mêrsînê bi çalakiya dijî komployê kolanan dorpêç kirin*
Li navçeya Mêrsîn Akdenîzê, ciwanên Apoyî bi fîşekên hewayî û bi bombeyên desta ji bo şermezarkirina 26. salvegera Komploya Navneteweyî ya NATO-Gladîoya li kolanan bi berwedanê dorpêç kirin.
*📌Ciwanên Ereb di bin dirûşma “tu kes nikare roja me tarî bike” de Rêber APO dixwînin*
Di çarçoveya pêngava "Ji Rêber APO re Azadî ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî" de ciwanên Ereb li Şengalê nirxandinên Rêber APO a Jiyana min ya Îmralî xwendin. Piştî xwendinê ciwanan di derbarê komploya 15 Sibatê ku 26 sal berê li dijî Rêber APO hat kirin niqaşek kirin.
*?HPG: Artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyên qedexekirî êrîş kir*
HPG'ê got, "Di vê demê de ku bala her kesî li ser bûyerên cuda ne, artêşa Tirk a dagirker ku sûcdarê şer e, bi teqemeniyên qedexekirî êrîş bir ser tunelên me yên şer ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê.
*?Jinên Ciwan li Kargeha Çekan pankartek daliqandin*
Jinên ciwan ên endamên Jinên Ciwan ên Tekoşer (TekoJIN) li dijî êrîşên Rojava li kargeha çekan a li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin û pankart daliqandin.
Jinên ciwan pankarta bi nivîsa “Keine Waffen für Erdogans kriege Hände weg von Rojava” (Ji Erdogan re çek tune, ji Rojava derkeve) li ser têla ewlehiyê ya şîrketa çekan a ThyssenKrupp ku bi dewleta Tirk a faşîst re hevkariyê dike, daliqandin û gotin ku şîrketa çekan a ThyssenKrupp ji êrîşên Rojava berpirsyar e.
?Meşa Bi heybet a li dijî êrîşên Rojava
Bi pêşengiya ciwanên Kurd û Enternasyonalîst û Navenda Çanda Kurd a Munchenê, êrîşên li dijî Rojava li bajarê Elmanya Munchenê hat protestokirin. Li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst a dagirker û çeteyên DAIŞ, SMO û HTŞ’ê yên ku li dijî Rojava û Sûriyeyê destek dike, meşek hate lidarxistin.
SERERASTKIRIN
Di daxuyaniya HPG’ê de wiha hat gotin: “Di daxuyaniya xwe ya 20’ê Hezîrana 2024’an de me diyar kir ku hevrêyê me Bager Kurdistan-Nureddîn Mihemed Sîno di 14’ê Hezîrana 2024’an de li herêma Avaşînê şehîd bûye. Eşkere bû ku rêhevalê me Bager negihiştiye şehadetê û bi birîndarî dîl hatiye girtin. "Em ji malbata hêja ya rêhevalê xwe Bager û hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz lêborînê dixwazin û em van agahiyan rast dikin."
MALPERA FERMÎ YA ROJEV MEXMÛR..
TÊKILÎ
https://t.me/ROJEVMEXMUR
Last updated 2 months ago
Last updated 1 week ago