Infinite Entertainment, Zero Cost: Get Your Free Books, Music, and Videos Today!

Kaniya Evînê

Description
Di nav seyr û sulûkê can
Sefer kir çar berê keyhan
Yeqîn zanî ku bê dilber
Cehan wêraneyek fanî

Yeqîn zanî ku ev dinya
Ne tînî qet tenê yek ka
Reben ew kes ku dinya girt
Û berda alema sanî

#Walî @Wali_Bedelpur
Advertising
We recommend to visit

ᅠᅠᅠᅠᅠᅠᅠ◌⏜ ୨ ⟡ ୧ ⏜◌
🍄 : 𝖸𝗈𝗎 𝖼𝖺𝗇 𝖿𝗂𝗇𝖽 𝖺𝗅𝗅 𝖽𝗋𝗂𝗇𝗄𝗌 𝗁𝖾𝗋𝖾
𝗐 𝗒𝗈𝗎𝗋 𝖿𝖺𝗏 𝗏𝗂𝖻𝖾 ◡̈

ᅠᅠ archive : @archiv_tequilq

Last updated 4 months, 2 weeks ago

инфо - @infossd

Last updated 1 month, 2 weeks ago

отделение психотерапии.

Last updated 6 months ago

3 months, 3 weeks ago

DILOP Û DERYA Ez kî me ji kû hatim Berfê ji çiyê pirsî Gava ku di nîsanê Mabû bi tenê ber sî Derfet ji mi dawî hat Min jîn bi kutahî hat Hikmet çi ye ew hatin Ka bêje bi kurtasî Gotê ku di warek din Asoyeke bê ser bin Nav behrekî bêdawî Av bû tu dewê masî…

4 months, 1 week ago
Kê dizane çend baban

Kê dizane çend baban
Ezîzên ber dilê xwe
Amanetî xwedê kirin
Û çûn...?

Çavê çend bexitreşan
li riya vegera qehremanên jiyana wan qerimînin?

Sê dar û benikek
Û canên bêxwedî
Bi dehan sal in li hev cida nabin

Bi dehan sal in li me cida nabin

Of kesera bêbext...

29.12.2023
@kaniya_evine

5 months ago

Dilbendê Bazara Kê Yî ?

Ev dil giriftarê te ye
Lê ka tu dildara kê yî?
Pirr kûr birîndarê te ye
Pirr kûr birîndarê te ye
Lê tu birîndara kê yî?
Lê tu birîndara kê yî?
Keçikê tu birîndara kê yî?

Zikra te li ser lêv, roj û şev
Pesna te naxim ez ji dev

Ketime derdek bê eman
Bêhal di êşek pirr giran
Min kir kirasê xem li can
Min kir kirasê xem li can
Kafir tu xemxwara kê yî?
Kafir tu xemxwara kê yî?
Keçikê tu xemxwara kê yî?

Min wek hejarek bêsitar
Omrek li pey te kir xusar

Min got û got û got û got
Ezman ji qîrîna min sot
Sûka te da min can firot
Sûka te da min can firot
Dilbendê bazara kê yî?
Dilbendê bazara kê yî?
Keçikê tu bazara kê yî?

Gurr gurrmî hil bûn
Êş û jan
Ez bûm evîndar
Nav xeman
Gurr gurrmî hil bûn
Êş û jan
Ez bûm evîndar
Nav xeman

5 months ago
6 months ago

#Heyamê_Xatiran

Xwendin û dîmen:
#Zara_Husêynî

🍃🍃🍃🍃🍃🍃
@Kaniya_Evine
🍂🍂🍂🍂🍂🍂

6 months ago

Meşşateyê husna ezel
Çengalê zulfan tab da
Da ˈişq-i hil bit pêl bi pêl
Qelbê me bê cellab da

Husna hebîb û lutfê yar
Avête dil ˈişqa xedar
Lew selb kir jê ixtiyar
Wê husnê ev îcab da

Min dî seher zulfên di mest
Hatin sema ihram best
Çûn secdeya xalê bi qest
Lew haciban, mihrabda

Rûh û rewanê min hebîb
Dîsa bi telbîsa reqîb
Rencîde kir miskîn-xerîb
Terka dilê ehbab  da

Mehbûb bi cam a pir gulav
Ker kir li min cerg û hinav
Zehra helahil bû di nav
Lew saqî ew cullab da

Wan dest û zend û saˈidan
Mey dane şêyx û zahidan
Mestî be çeşmê şahidan
Ew nêrgiza sîrab da

Miskê reşandî ez dibêm
Wan nuqteyan hin bûne kêm
Lê "xettê reyhanî" li dêm
Katib ji nû iˈrab da

Nazikqeda nûrînbeşer
Ew bû li min neqşê beser
Dîtna xiyalê her seher
Nav dîdeˈyê bêxwab da

Ew tilliyên nazik reqîq
Pir da me fincana ˈeqîq
Ew badeya nûrîn rehîq
Minnet bi min Wehhabda

...

#Melayê_Cizîrî

Xwendin:
#Neşmîl_Nizamî

🍃🍃🍃🍃🍃🍃🍃🍃
T.me/Kaniya_Evine
@Kaniya_Evine
🍂🍂🍂🍂🍂🍂🍂🍂

6 months, 3 weeks ago

ترجمه فارسی:

ای بشر، وجدانت را به چند فروختی؟ در کدام آتش عدل و انصافت را سوزاندی؟ آنچه که نباید، امروز بر سر بی‌ دولتان و بی پناهان می‌آید، زبانت لال گردد که حتی یک بار هم راجع به آن نگفتی.

ای بشر، حقوق بشری که تو می‌گویی دروغی بیش نیست، تماما کشتار و جنگ و غارت و آوارگیست، امروز انسانها در میان خون خود می‌غلطند اما تو کر گشته‌ای و معلوم نیست تا کی خود را به خواب خواهی زد.

ای بشر مگر کور گشته ای و نمی‌بینی، بمبها کودکان را تکه تکه کرده‌اند، پیرزنان و پیرمردان زیر آوار مانده اند، ای ظالم آیا هنوز از جنگ سیر نشده ای؟

ملتهای زیردست هر روز کشته می‌شوند و آتش و موشک بر سرشان می‌بارد، ای خبررسانی‌های به خدمت گرفته شده، لعنت بر شما باد، بس است دیگر کمتر ظلم گرگ‌های‌ هار را پنهان و توجیه کنید.

آنها اساس دولت‌هایشان را بر خون ملتهای مظلوم آباد کردند، این بس نبود و آنها را جهان سوم نامیدند، هنوز هم از غارت و دزدی سیر نشده‌اند و هنوز هم بر روی جنازه‌ها و ویرانی ها شادمانی می‌کنند.

ای بشر اگر وجدان داشته باشی فرقی بین یک کودک کورد روژاوایی یا یک کودک عرب فلسطینی نیست. آنچه که نابود می‌شود پایه و اساس انسانیت هست و آنکه این را نمی‌پذیرد بویی از انسانیت نبرده است.

6 months, 3 weeks ago
Kaniya Evînê
6 months, 3 weeks ago
Kaniya Evînê
6 months, 3 weeks ago
Kaniya Evînê
We recommend to visit

ᅠᅠᅠᅠᅠᅠᅠ◌⏜ ୨ ⟡ ୧ ⏜◌
🍄 : 𝖸𝗈𝗎 𝖼𝖺𝗇 𝖿𝗂𝗇𝖽 𝖺𝗅𝗅 𝖽𝗋𝗂𝗇𝗄𝗌 𝗁𝖾𝗋𝖾
𝗐 𝗒𝗈𝗎𝗋 𝖿𝖺𝗏 𝗏𝗂𝖻𝖾 ◡̈

ᅠᅠ archive : @archiv_tequilq

Last updated 4 months, 2 weeks ago

инфо - @infossd

Last updated 1 month, 2 weeks ago

отделение психотерапии.

Last updated 6 months ago